Li Ezazê 2 welatî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Ezazê 2 welatî revandin.

Li Ezazê 2 welatî hatin revandin
17 îlon, 2024   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên "Cebha El Şamiye" yên girêdayê dewleta Tirk a dagirker duh (Duşemê) li bajarê Ezazê 2 kesên efrînî revandine.

Li gorî heman çavkaniyan, navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Silêman Mehmûd (47), Mihemed Menan Mehmûd.

Çavkanî destnîşan kir ku her du welatî ji bajarê Bilbilê yê Efrînê ne, dema ji li Lubnanê vegeriyabûn, li Ezazê hatin revandin.

(bb)