Ji bo piştgiriya PADÊ kon hate vedan

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê ji bo piştgiriya PADÊ li navenda Şengalê kon hate vedan.

Ji bo piştgiriya PADÊ kon hate vedan
30 tebax, 2024   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê 6’ê Tebaxa 2024’an biryara qedexekirina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da. 

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi boneya piştgiriya PADÊ li navenda Şengalê kon veda. Di seatên sibehê de tevî xelkê Şengalê endamên saziyên Rêveberiya Xweser bi sedan kesî serdana kon kirin û nerazîbûna xwe li dijî biriyara dadgeha federal a Iraqê anî ziman.

Li ber derê kon li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî vê biryarê daxuyaniyek ji aliyê serokê Eşîra Qîrniya û endamê Desteya Eşayîr a Şengalê Xidir Hecî Mîrza ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

 “Em civaka Êzidî yek ji kevintirîn ol, bawerî û çanda demokratîk ya hezarê salanin. Çanda Êzidiyatî çanda demokratîk û wekheve. Ji ber vê rastiyê ji milê deshilatdaran ve civaka Êzidî rastî 74 fermanan hatiye. Fermana herî dawî 3’yê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAIŞ bi hevkariya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê pêk hat, li ber çavê cîhanê di sedsala 21’emîn de tirajediya herî mezin hat jiyan kirin. Me civaka Êzidî û civaka Şengal piştî fermanê, ji bo em xwe ji fermanan biparêzin, me ji hemû milan ve xwe rêxistin kir, hêza xwe ya parastinê ava kir partiya xwe ya siyasî ava kir. Bê guman ev yek bi ked û bedelên pir giran ji lehengan hat avakirin. Em di 10’emîn salvegera fermanê de ne, heya niha kujerên fermanê nehatine dadgeh kirin. Lê fermana 3’yê Tebaxa 2014’ an ji aliyê 13 welatan ve bi fermî wek jenosaîd hatiye nas kirin. Lê mixabin ruxmî ku ev jenosaîd li ser erdnîgariya Iraqê hat jiyan kirin, heya niha hikumeta Iraqê jenosaîd bi fermî nas nekiriye. Bi erk û berpisryartiya xwe li hemberî civaka Êzidî ranebûye. Di 10’emîn salvegera fermanê de, demek ku bendewarî hebû Hikumeta Iraq jenosîdê bi fermî nas bike, biryara girtina PADÊ, Tevgera Azadî û Eniya Têkoşîna Demokratîk da. Di serî de em civaka Êzidî û gelê Şengalê biryara girtina partiyên siyasî bi tundî şermezar dikin. Partiya Azadî û Demokratîk ya Êzidiyan (PADÊ ) avakarê wê pêşengê civaka Êzidî sembola îtîfaqa şehîd Mam Zekî û pêşengê civaka Êzidî şehîd Seîd e. Di wateya PADÊ de partiya şehîdan e. PADÊ îradeya siyasî a civaka Êzidî ye. Girtina PADÊ di salvegera fermanê de tê wateya tune hesibandina îrade û hebûna civaka Êzidî. Biryara girtina partiyên siyasî piştî hevpeymana di navbera dewleta Tirk û hikumeta Iraqê de pêk hat ku ev yek ne tesedûf e. Her wiha tê zanîn piştî wê hevpeymana dewleta Tirk rojane axa Iraqê dagir dike.

Em dixwazin bi bîr bixin ku biryara girtina partiyên siyasî ne li gor berjewendiya Iraqê ye, dikeve xizmeta dewleta Tirk û PDK’ê . Her wiha di destura Iraqê de tê gotin mafê her neteweyî heye partiya xwe ava bike. Ev biryara ne bi edalet li dijî destura Iraqê ye û li dijî mafê mirovan e.

Li ser vî esasî em carek din biryara girtina PADÊ şermezar dikin û tu carî em vê biryarê qebûl nakin. Wê kes nikaribe îrade û hebûna civaka Êzidî û civaka Şengal tune bike.

Di dawî de em wek civaka Êzidî û civaka Şengal, bang li hikumeta Iraqê dikin ku erkê xwe hemberî gelê Êzidî pêk bîne û demil dest, dest ji vê biryara xwe ya ne demokratîk berde.”