Dewreyên perwerdeyên yên 250 şervan û fermandarên QSD`ê bi dawî bûn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk dewreyên perwerdeyê; yek a fermandaran û yek jî ya şervanan, bi dawî kirin.

Dewreyên perwerdeyên yên 250 şervan û fermandarên QSD`ê bi dawî bûn
3 kanûn, 2025   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Şehîd Dilgeş Efrîn a QSD`ê 2 dewreyên perwerdeyê ku 250 fermandar û şervan tev lê bûn, bi merasîmekê bi dawî kir.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, QSD`ê û YPJ`ê beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Fermandariya Giştî ya QSD`ê Luqman Xelîl axivî û hemû şervan û fermandar pîroz kirin. Xelîl destnîşan kir ku perwerde û zanebûn bingeha gihandina şervanan e.

Xelîl got: "hilgirtina çekan tenê alaveke ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya. Em ê her dem amade bin ku bi hemû hêza xwe welatê xwe biparêzin.”

Piştî ku şervan û fermandaran sond xwar, merasîm bi dawî bû.