Şaredariya Gel a Reqayê ji bo parastina û hawîrdorê dest pê xebatên nû kir

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo parastina paqijiya bajêr û parastina jîngehê heta 15 rojan karê paqijiyê daya destpêkirin.

Şaredariya Gel a Reqayê ji bo parastina û hawîrdorê dest pê xebatên nû kir
Şaredariya Gel a Reqayê ji bo parastina û hawîrdorê dest pê xebatên nû kir
Şaredariya Gel a Reqayê ji bo parastina û hawîrdorê dest pê xebatên nû kir
Şaredariya Gel a Reqayê ji bo parastina û hawîrdorê dest pê xebatên nû kir
Şaredariya Gel a Reqayê ji bo parastina û hawîrdorê dest pê xebatên nû kir
Şaredariya Gel a Reqayê ji bo parastina û hawîrdorê dest pê xebatên nû kir
9 cotmeh 2024   13:14
REQA

Ji bo sepandina çanda paqijiyê û parastina hawîrdorê, Şaredariya Gel a Reqayê bernama paqijiyê ragihand.

Li gorî bernameya paqijiyê, bi koordîneya bernameya piştgiriya Firatê û 5 karkerên paqijiyê yên rêxistina Oksîjenê dê di nava bajêr de bigerin, kolanan û parkên giştî paqij bikin.

Şardariyê di roja yekemîn a bernamê de sêgoşeya El Icêlî ya li bakurê Çerxerêya El Dele heta Kolana Kehrebayê paqij kir. Piştî wê bi 2 rojan dê derbasî taxa Intîfada û paşê taxa Rimêle bibe.

Li gorî şaredariyê wê bername  heta 15 rojan e û dê bi wesîleyên giran ên şaredariyê çopa li taxa Sînaa û dora rêya trênê kom bike û bibe cihê wê yê diyar ê li derveyî bajêr.

Têkildarî mijarê gerînendeyê Daîreya Paqijkirinê ya Şaredariya Gel a Reqayê Ehmedd Xelîl armancên kampanyayê aşkera kirin û got: "Em hewl didin çanda paqijiyê di nava civakê de belav bikin. Ji bo ku hawîrdorê ji nifşên bê re biparêzin gerek e her kes bi şaredariyê re hevkar be."

(şx)

ANHA