Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî

Bi boneya Roja Talasemya ya Cîhanê Heyva Sor a Kurdî ji bo nexweşên alasemyayê yên ku tedawiyê li nexweşxaneya girêdayî wê dibînin çalakiyekê li dar xist. Di çalakiyê de malbatên nexweşan spasiya Heyva Sor a Kurdî kir û ji saziyên peywendîdar piştgirî xwest.

Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
Ji bo nexweşên Talasemyayê çalakî
10 gulan, 2026   13:26
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurdî bi boneya Roja Talasemya ya Cîhanê (8 Gulan) li Nexweşxaneya Onkolojî-Talasemiya-Şewat a Heyva Sor a Kurdî li bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de malbatên nexweşên Talasemyayê û endamên saziyên civaka sivîl amadebûn û  Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Dûra Hevseroka Heyva Sor a Kurdî Hediya Yûsif axivî û da zanîn ku ew dixwazin bi vê çalakiyê bal bikşînin ser zehmetiyên ku nexweşê Talasemiya dibînin, ku ew zêdetirî salekê rêvebertiya nexweşxaneyê dike û wê ji vî karê xwe gelek tişt wekî zehmetî û astengiyên ku malbatên nexweşan dibînin, dîtiye. Hediya Yûsif da zanîn ku nexweşên Talasemiyayê bi hacetê alîkarî û piştgiriyê ne, divê xelk jî ji bo dayîna xwînê alîkariya wan bikin. Niha li nexweşxaneyê 415 nexweş tedawiyê dibînin û ji bo wan nexweşan piştgirî pêwîst dike. Li nexweşxaneyê 10 ciwanên nexweşên Talasemiyayê ku bi awayekî bê beramber kar dikin, hene. Niha temenê wan mezin dibe pêwîstiya wan jî bi piştgiriyê heye.

Li ser navê malbatên nexweşan jî axaftin hate kirin û hat diyarkirin ku wan piştî vekirina nexweşxaneya Heyva Sor a Kurdî êdî bi rehetî zarokên xwe tedawî dikin. Malbatan bang li saziyên pewendîdar kir ku piştgiriyê bide nexweşxaneyê. Malbatan spasiya kadroyên nexweşxaneyê jî kir.

Çalakî bi pêşkêşkirina xelat ji bo kesayetên ku alîkariyê didin nexweşxaneyê û rêzeçalakiyên ji bo kêfxweşiya zarokên nexweş bi dawî bû.

(sb)

ANHA