Li Mexmûrê rakirina nivîsên Kurdî li ser tabeleyan hat şermezarkirin

Xwendevan û mamosteyên dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn a li Mexmûrê li dijî rakirina nivîsên Kurdî ya li ser tabelayan a ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nerazîbûn nîşan dan.

Li Mexmûrê rakirina nivîsên Kurdî li ser tabeleyan hat şermezarkirin
10 gulan, 2026   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xwendevan û mamosteyên dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn bi daxuyaniyekê nêzîkatiyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li hemberî zimanê kurdî şermezar kirin.

Daxuyanî di hewşa dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn de bi amadebûna xwendevan û mamosteyan hate dayîn û ji aliyê xwendevana dibistana amadeyî Avyan Avyanî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

 “Ji beriya demekî dirêj, weke dagirkerên din, desthilatdariya Sûriyê jî zimanê me qedexe kiribû. Li hemberî vê zordariyê gelê me li Rojava Kurdistanê serî rakir û bi ked û xwîna şehîdan piraniya herêmên Kurdî ji bin destê dagirkeriyê rizgar kirin. Di pêvajoya vê şoreşê de, bi deh hezaran pakrewanên me çêbûn.

Bi saya têkoşîna Rojavayê Kurdistanê li Rojava perwerdeya zimanê Kurdî hat dayîn. Ji ber dizanî ziman ne tenê amûrek ya ji bo ragihandinê ye, bingehê çand û nasnameya her gelekî ye. Bi salane ev perwerde her dewam dike û di hemû qadan de serkeftinên mezin bi destxistine û bûye pira hezkirina di nava gel de.

Li hemberî vê serkeftinê, neyarên hindir û ji derve ketin nava girkirina gelê Kurdê Rojavayê Kurdistanê. Her çiqas gelek şehîd û esîrên me çêbûn ji, lê nekarîn Kurdan ji holê rakin. Li hemberî berxwedana gelê Kurdê Rojava û piştgiriya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat, neçar man şer rawestinin.

Niha ji dixwazin gelê me bi awayekî ramyarî tine bikin. Ji ber wê, dixwazin zimanê me yê bûyî zimanê perwerdê, carek din ji holê rakin. Li hemberî vê hişmendiya takrewî, gelê me jî weke her carê ji bo parastina ziman û rûmeta xwe li ser piyan in. Em ji li vir rewşê ji nêzik ve dişopînin û bang li zordarên Şamê dikin û dibêjin: Zimanê her geleki nasname û bîra wan ya dîrok ye.

Em bangî desthilatdariya xwe sepên a Şamê dikin: Em ê rê nedin destkeftiyên gelê me yên ku bi xwîna pakrewanan hatine bidestxistin, bên desteserkirin. Bila xwînmij bizanin, Rojava ne bi tenê bû, ne bi tenê ye û wê nemine bi tenê. Her wiha, em bang li gelê Kurd dikin li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat  bila dengê xwe bilind bikin û li Rojava xwedî derbikevin. Ji ber ku Rojava di bin metirsiyekî mezin de ye. Ji bo tola DAIŞ’ê li Kurdan hilînin, desthilatdariya paşverû ya Şamê di nava planên gelek qirêj de ye. Divê em bi hişyarî di ferqa vê yekê de bin û li her cihî van nêzikatiyên dijminane şermezar bikin.

Ji bo piştgiriya gelê xwe yê Rojava û protestokirina bêrêziya li hemberî zimanê me tê kirin; em weke Qada Perwerdê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, di her warî de, bi taybet di warê ziman û perwerdê de, ji bo gelê me vê li Rojavayê Kurdistanê çi destek, alikarî û piştgiriyeki bê xwestin, amade ne bi hemû hêz û kêrhatina xwe bibin bersiv û bi vê boneyê em hemû pirtûkên xwe yên zimanê Kurdî yên ku hatine nûjenkirin diyarî komîteya perwerdê ya Rojavayê Kurdistanê dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedan Rojava’ bi dawî bû.