Ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan xelkê herêmê dadikevin qadan

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û naskirina tenduristiya wî piştî erdheja li Bursayê rû daye, xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dadikevin qadan.

Ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan xelkê herêmê dadikevin qadan
5 kanûn, 2023   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Erdhejnasiyê ya Ewropa û Deryaya Spî duh ragihand ku li rojavayê Tirkiyeyê bi pileya 5.1 erdhej çê bûye. Navenda erdhejan jî diyar kir ku erdhej bi kûrahiya 11 kîlometreyan û dûr 32 kîlometreyan li bakur rojavayê Bursayê rû daye. 

Rêber Abdullah Ocalan li gireva Îmraliyê ya navçeya Gemlîkê yê bajarê Bursayê tê ragirtirin. Ji dîlgirtinê di 15`ê Sibata 1999`an de desthilata Tirk nahêle hevkesek wî bibîne û ji 25`ê Adara 2021`an ve, tu agahî jê nayê girtin.

Ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cihereng li dar dikevin. Bernameya çalakiyan wiha ye: Li navçeya Çilaxa msaet di 11:00`an de, li bajarê Hesekê saet di 12:00`an de, li Reqayê saet di 12:30`an de meş li dar dikevin. Li Qamişloyê û navçeyên Tirbespiyê û Amûde û li Minbicê jî saet di 11:00`an de daxuyanî tên dayîn.

(şx)

ANHA