Peyamên jinên Reqayê bo Rêber Abdullah Ocalan

Bi dehan jin, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Tebqayê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamên piştgiriyê ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsandin.

Peyamên jinên Reqayê bo Rêber Abdullah Ocalan
Peyamên jinên Reqayê bo Rêber Abdullah Ocalan
Peyamên jinên Reqayê bo Rêber Abdullah Ocalan
1 îlon, 2024   21:42
TEBQA

Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dehan jin, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê li derdora keleha Ceber ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke piştgiriyê li dar xist.

Di serî de endama Yekitiya Jinên Ciwan Kîlîndar Henan Roja Aştiyê ya Cîhanê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û piştgiriya xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re nîşan da.

Di çalakiyê de beşdaran deqeyek rêzgirtin ji bo giyanên şehîdên azadiyê rawestiyan.

Piştre kevokên aştiyê tev peyamên ji bo piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan ber bi esîman ve hatin firandin.

(mh)

ANHA