Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hat kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din kir.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hat kirin
2 nîsan, 2024   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Sûzan Akîpa, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî; Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Têkiliya Rêber Abdullah Ocalan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Bersiv ji serlêdanên ji bo hevdîtinê re nayê dayîn. Hin caran jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn û ev yek wek hincet tê nîşandan.