Şêniyên gundê Hasûdê wesiyeta şehîd Bêrîtan bi cih anî

Şêniyên gundê Hasûdê yê navçeya Tirbespiyê ji bo bicihanîna wesiyeta şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta wê de helawiyê belav kir.

Şêniyên gundê Hasûdê wesiyeta şehîd Bêrîtan bi cih anî
25 cotmeh, 2023   17:59
QAMIŞLO

Di salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan de, jinên gundê Hasûdê yê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji bo bicihanîna wesiyeta şehîd Bêrîtan helawiyê çêkir û li şêniyên gund belav kir.

Şêniyan destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan wesiyet kiribû ku piştî şehadeta wê helawiyê di salvegera şehadeta wê de bê belavkirin û wan jî wesiyeta wê anî cih.

 (mh)