Ji bo berxwedêrên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê stranek hat çêkirin

Endamên Navenda Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinê, ji bo bibîranîna nemir û berxwedêrên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê stranek amade kir.

Ji bo berxwedêrên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê stranek hat çêkirin
12 ÇILE, 2026   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Navenda Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinê, bi hunera xwe piştgirî da berxwedana li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û stranek amade kir.

Stran ji aliyê Xwezan Harûn û Feride Rapo ve hatin gotin. Klîba stranê jî ji NûJinhayê Maysa El Ebbas çêkir.

Endamên Navenda Hîlala Zêrîn der barê stranê de ev agahî dan: “Ev stran di şexsê fermandarê Asayîşa Hundirîn Ziyad Heleb ê li Helebê şehîd bû de, diyariyî şehîd û berxwedêrên taxa Şêxmeqsud û Eşrefiyê ku di çeperan de bi lehengî li dijî êrişên çeteyên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li ber xwe dane, hat kirin.”

Di strana ku navê wê ‘Du Tax’ e de wiha hat gotin:

Du tax, du bax mûrweriya Helebê,

Dibiriqe xeleka ji agirê

Bû can bu stran hembêza berxwedêran

Bû jan ket ser dil û çavê wan dagirkeran

Şaxên zeytûn in vebûn li sînga taxa me

Libên wê gulê ne lê dide, bi hezar tol lê heye

Tû wê binkevî bêdengî ji te natirsin

Em ê pejna xwe lê kin

Bikin qîr da ku jîn bikin.

Wey lê hey lê de hayê

Hûn ê çawa bigirin li ser kefa destê min

bêhna axa min ê lê?

Hûnê çawa ji roniya çavê min

bibin lewendiya destê keç û xortên xaka min ê lê?

Ewê keleha Helebê rakin seba xatira Dimdimê û Cizîrê

Wê morîkên sorgulî deynin eniya ber

û newalê bost bi bost bixemlînin lê

Wê darên zeytûnê bigrin, bikevin dîlan û halanê.

Lînka stranê ev e: