Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 

Xelkê Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwestin.

Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
Ji bo 4 şehîdan merasîma sersaxiyê 
4 gulan, 2026   14:39
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxayê sersaxî ji malbatên şehîd Çiya Girkê Legê, Şervan Mihemed, Hesen Murad Murad û Terhan Ehmed Hacî re xwestin.

Ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve jî merasîma sersaxiyê li qada Navenda Hêzên Parastina Cewherî ya li bajarê Girkê Legê hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Hacî axivî û ev tişt anî ser ziman: "Bedelên ku şehîdan dane wê meşaleya ku rêya me ronî dike bimîne. Em ê heya pêkanîna xeyalên şehîdan şopdarên rêya wan bin."

Elî Hacî destnîşan kir ku parastina destkeftiyên şehîdan ji her kesî tê xwestin.

Endama Kongra Star Zozan Ereb jî diyar kir ku berdêlên şehîdan dane îradeya gel û girêdana wan a bi mafên wan xurt dike. Zozanê banga hevgirtina civakî û parastina herêmê kir.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan herêma Cizîrê Zîwer Elî di merasîmê de axivî û wiha got: "Fedakariyên şehîdan di têkoşîna gelên herêmê de xalek werçerxê bû. Bi keda şehîdan nirxên azadî û rûmetê û aramiya civakê hatin parastin. Şehîd berpirsiyariyek mezin didin ser milên me ku em li ser heman rêyê berdewam bikin û dest ji destkeftiyên bi dest xistine bernedin."

Zîwer Elî jî banga hevgirtinê kir û diyar kir ku helwesta yekbûyî ya gel bingeha rasteqîn a parastina herêmê ye.

Hevserokê Nivîsgeha PYD'ê ya Girkê Legê Mele Şerîf banga parastina destkeftiyên ku bi keda şehîdan hatine bidestxistin kir.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Şervanên QSD'ê Çiya Girkê Legê (Hesen Enes Îbrahîm) 18'ê Çileyê îsal li herêma Kisratê şehîd bûn. Endamên Hêzên Asayîşê Şervan Mihemed, Hesen Murad Murad û Terhan Ehmed Hacî 18'ê Çileyê li ser rêya Ebyedê şehîd bûn.

(bb)

ANHA