Li herêma Cizîrê bihayê nan li nanpêjxaneyên taybet zêde bû

Komîteya Nanpêjxaneyên Herêma Cizîrê û Yekitiya Nanpêjxaneyên Taybet li bajarên Hesekê û Qamişlo, ji ber zêdebûna lêçûn û bihayê mazotê û daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê, bihayê nanê nanpêjxaneyên taybet kir 5500 lîre.

Li herêma Cizîrê bihayê nan li nanpêjxaneyên taybet zêde bû
4 gulan, 2026   14:42
HESEKÊ

Îro li Hesekê ji hêla Komîteya Nanpêjxaneyên Herêma Cizîrê û Yekitiya Nanpêjxaneyên taybet li bajarên Qamişlo û Hesekê, civînek hat lidarxistin.  

Di civînê de bandorên zêdebûna bihayên mazotê û bandora wê li ser bihayên nanê taybet hat gotûbêjkirin.

Piştî gotûbêjan biryar hat dayîn ku bihayê her kîsekî nanê taybet 5 hezar û 500 lîre be ku berê bi 4 hezar lîreyan dihat firotin.

Hevserokê Komîteya Nanpêjxaneyên Herêma Cizîrê Rondar Salih diyar kir ku bilindbûna nirxê dolar rasterast bandor li lêçûnên çêkirina nan kiriye. Salih da zanîn ku bihayê lîtreyeke mazotê ji 15 sentan zêde bûye û bûye 55 sent, ev yek jî bûye sedem ku xwediyên nanpêjxaneyan daxwaza sererastkirina bihayên firotina nan bikin.

(k)