Îran: Me rê neda keştiyên amerîkî derbasî Hurmuzê bibin

Artêşa Îranê ragihand ku wê nehişt keştiyên şer ên DYA'yê bikevin Tengava Hurmuzê. Ajansa Nûçeyan a Farsê jî piştrast kir ku keştiyek Hêzên Deryayî yên Amerîkî bi du mûşekan hat hedefkirin.

Îran: Me rê neda keştiyên amerîkî derbasî Hurmuzê bibin
4 gulan, 2026   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îranê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku wê rê neda keştiyên şer ên Amerîkayê derbasî Tengava Hurmuzê bibin.

Çavkaniyan ji Ajansa Nûçeyan a Fars re piştrast kir ku keştiyek Hêzên Deryayî yên Amerîkayê bi du mûşekan hatiye lêdan.

Heman çavkanî got, "keştî îro bi niyeta ku derbasî Tengava Hurmuzê bibe, li nêzî bendera Jaskê tevger  kir û ewlehiya deryayî binpê kir. Keştiyê guh neda hişyariyên Hêzên Deryayî yên Îranê, lew ra bi mûşekekê hat hedefkirin. Di encamê de keştî neçar ma rêya xwe biguherîne û paşde vegere."

Îranê ragihand ku çi keştiyek bêyî destûra wê derbasî Tengava Hurmuzê bibe, wê bi xurtî lê were xistin.

(bb)