Ji berpirsên komîteyên jîngehê yên dibistanan re atolyeyek hat lidarxistin

Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê atolyeya 4`an a ji bo berpirsên komîteyên jîngehê yên dibistanên Qamişloyê bi dawî kir.

Ji berpirsên komîteyên jîngehê yên dibistanan re atolyeyek hat lidarxistin
Ji berpirsên komîteyên jîngehê yên dibistanan re atolyeyek hat lidarxistin
Ji berpirsên komîteyên jîngehê yên dibistanan re atolyeyek hat lidarxistin
Ji berpirsên komîteyên jîngehê yên dibistanan re atolyeyek hat lidarxistin
Ji berpirsên komîteyên jîngehê yên dibistanan re atolyeyek hat lidarxistin
Ji berpirsên komîteyên jîngehê yên dibistanan re atolyeyek hat lidarxistin
19 sibat, 2024   14:13
QAMIŞLO

Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê beriya salekê projeya ‘Dibistana Jîngehî-Civaka Jîngehî" dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê projeyê de 4 atolye ji berpirsên komîteyên jîngehê yên dibistanan re hatin lidarxistin. 

Komeleyê di çarçoveya vê projeyê de atolyeya 4’an bi dawî kir. 99 mamoste û berpirsên komîteyên jîngehê yên Rêveberiya Dibistanan a Qamişloyê beşdar bûn.

Di atolyeyê de rêveberê Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê Zîwer Şêxo têkildarî pêvajoyên pêşketina projeyê ya ji beriya salekê ve dest pê kiriye û mekanîzmeya hevkariya hevbeş ji bo derbaskirina zehmetiyan, axivî.

Endazyar Dilvîn Ehmed der barê têgeha ‘dibistana jîngehî’ de semînerek da, dûre endazyer Îshaq Beko semîner da û bi hûrgulî behsa rêbazên zêdekirina şînkahiyê, taybetmendiyên her rêbazekê, perwerdekirina mamosteyan li ser wan rêbazan kir.

Di dawiya atolyeyê de mamosteyan bi perpirsên komîteyên jîngehê re nêrînên xwe parve kirin.

(şx)

ANHA