‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’

Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Feryat Bolden diyar kir ku divê ji bo tolhildana şehîdan têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker were xurtkirin.

‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
‘Em ê tola şehîdên xwe hildin’
30 mijdar, 2023   15:29
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîma sersaxiyê ji malbat û xizmên welatiyê bi navê Feryat Bolden ê ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) re li dar xist. Şehîd Feryat di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî Minbicê de, 24′ê Mijdarê şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li taxa Hîlaliyê ya Qamişloyê hate vedan. Bi sedan şêniyên û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclisan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihyedîn Hesen axivî û rola xelkê Wargeha Rustem Cûdî di şoreşa Rojava de û fedakariyên di oxira parastina destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de silav kir û banga hevgirtin û bilindkirina têkoşînê kir.

EM Ê TOLA ŞEHÎDÊN XWE HILÎNIN

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî diyar kir ku êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya siyaset û planên qirkirinê de pêk tên û got: "Bi saya fedakariya şehîdan û berxwedana gel em ê êrişan têk bibin û tola şehîdên xwe hilînin."

Endama Kongra Star a Qamişlo Şaha Xelîl jî anî ziman ku dê jin li ser xurtkirian rêxistina hevbeş a li dijî hemû êrişên li ser vîna wan bixebitin.

Li ser navê malbata şehîd Feryat Tolhildan rojnameger Sozda Oremar axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi êrişên xwe vîna gelên berxwedêr têk bibe.”

Sozda Oremar wiha domand: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şoreşa gel hate lidarxistin. Xelkê me yê Rojava dê ji bo şehîdên xwe wefadar be, têkoşîna xwe bilind bike û ajanan hesab bike."

Piştî axaftin bi dawî bûn wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî hevalên wî û ferdên malbata wî hate kirin.

(fr)

ANHA