Çîroka şervanekî dîlgirtî ku malbata wî li bendê ye

Bi gotinên tijî êş û hêvî Nayif Hisên hûrgiliyên dîlgirtina kurê xwe Elî Esker vegotin û daxwaza serbestberdana wî û hemû dîlgirtiyên kir.

Çîroka şervanekî dîlgirtî ku malbata wî li bendê ye
Çîroka şervanekî dîlgirtî ku malbata wî li bendê ye
Çîroka şervanekî dîlgirtî ku malbata wî li bendê ye
Çîroka şervanekî dîlgirtî ku malbata wî li bendê ye
12 nîsan, 2026   04:55
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Bi dengekî tijî fikar û bendewarî Nayif Hisên çîroka kurê xwe Elî Esker ê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk vedibêje ku berî çend salan tev li berxwedanê bûye û niha ji hêla hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve li zindana Helebê girtî ye.

Elî Esker di dawiya sala 2011`an de berî ragihandina wan a fermî, tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû. Ew beşdarî piraniya şerên rizgarkirinê yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû. Ew di dema têkoşîna xwe de 4 caran birîndar bû.

Nayif Hisên diyar kir ku kurê wî Elî Esker vê dawiyê nexweş bû û diyar dike ku ew emeliyat bûye, lê cihê emeliyatê bi tevahî baş nebûye. Tevî vê yekê Elî dema ku êriş dest pê kir çûye Dêr Hafirê. Nayif Hisên wiha domand: "Di roja dawîn a berî vekişîna ji Dêr Hafirê de, me bi wî re axivî. Wî got ku pevçûnek çêbûye, dûv re şer û topbaran rawestiya, û agirbest û peymana vekişînê hatiye çêkirin û ew ê saet 7:00 sibehê vekişi."

‘WAN XIYANET LI ZAROKÊN ME KIR’

Hisên diyar kir ku roja din, têkiliya bi kurê wî re qut bûye. Hisên tiştê ku qewimî wiha vegot: "Tevî peymanê, wan xiyanet li zarokên me kir. Wan xiyanet li wan kir û niha ew girtî ne."

Hisên ji hevalekî kurê xwe hin agahî wergirtin e ku "Yek ji hevalên wî yên ji taxa Zeytûniyê serbest hat berdan û ji me re got ew û kurê min Elî di heman hucreyê de li girtîgeha Helebê ne û ji ber emeliyatê tenduristiya wî ne aram e."

MALBAT LI BENDA WÎ YE

Hisên diyar kir ku Elî zewicî ye û 3 zarokên wî hene û hevser û zarokên wî li benda wî ne. Hisên gotinên xwe bi daxwaza serbestberdana girtiyan bi dawî kirin: "Em serbestberdana girtiyên xwe û şervanên xwe, şervanên vî gelî û vê axê dixwazin.”

Kurekî Nayif Hisên ku şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû di sala 2015’an de li herêma Sulukê ya li başûrê bajarê Serêkaniyê şehîd bûye.

(k)

ANHA