Rêbazek kevn a çandiniyê; bacanên kayê

Li kantona Reqayê hin cotkar bacanên sor ne di dema xwe de diçînin û di zivistanê de têne xeckirin. Ev bacanên ku bi navê ‘bacanên kayê’ têne naskirin, têra sûka herêmê dikin.

Rêbazek kevn a çandiniyê; bacanên kayê
Rêbazek kevn a çandiniyê; bacanên kayê
Rêbazek kevn a çandiniyê; bacanên kayê
Rêbazek kevn a çandiniyê; bacanên kayê
Rêbazek kevn a çandiniyê; bacanên kayê
Rêbazek kevn a çandiniyê; bacanên kayê
Rêbazek kevn a çandiniyê; bacanên kayê
Rêbazek kevn a çandiniyê; bacanên kayê
30 mijdar, 2024   07:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Hin koçberên ji gundewarên rojhilatê bajarê Helebê yên li kampa El Hikûmiyê ya bakurê kantona Reqayê, bacanan piştî dema çandina wan jî diçînin û bera wan têra sûka Reqayê dike.

Di navbera mehên Hezîran û Tîrmehê de bacanan diçînin û di mehên Cotmeh û Mijdarê de dest bi berhevkirinê dikin, lê libên bacanan wê demê şîn dimînin. Lewma cotkar bi hin awayên kevneşopî wan sor dikin û digihînin.

Destpêkê bacanên şîn berhev dikin, erdê dikolin û kayê lê radixin, bacanan dixin kortikan û ser wan bi naylonê dinixumînin heta 20 rojan. Piştî ku digihêjin û sor dibin, wan dixin sindoqn û dibin sûkê. Navê van bacanan jî di nava xelkê de "bacanên kayê" ye.

Tê gotin ku berê şêniyên kantona Reqqayê bi vê rêbazê di zivistanê de bacan diçandin, lê piştre ev rêbaz nehat bikaranîn.

Cotkarê bi navê Xelêf El Elî ku ji gundewarên rojhilatê Helebê ye, dibêje ku hilberîna bacanan di vê demê de rêbazek kevn e û wiha dewam kir: "Bav û kalên me ew rêbaz ji bo peydakirina pêdiviyên malê bi kar dianî, lê me ew rêbaz kire projeyek ji bo hilberandina bacanan.”

Ev bacan ji bacanên ji derve tên erzantir in û kîloya wan bi 4 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

El Elî diyar kir ku berhemên wan li bazara herêmî yan jî li bazara sebze tê firotin.

El Elî bang li Desteya Çandiniyê kir ku piştgiriya vê rêbaza çandiniyê bike da ku hilberîna wê zêde bibe.

(k)

ANHA