Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin

5 şehîdên berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hatin oxirkirin.

Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
Gelê Hesekê 5 pakrewanên xwe oxir kirin
14 kanûn, 2024   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanê Hêzên Komandos Brusk Hesekê (Emar Mihemed Hisên), şervanên QSDˈê Agirî Hesekê (Mecid Ebdulqadir), Baran Hesekê (Ziyad Tariq El Ubêd), Malik Cebel (Fadî Ebas El Xalid) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Remedan ên ku di dîrok û cihên cuda de di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibûn, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hatin oxirkirin.

Merasîmê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ve hat lidarxistin. Tevî nûnerên saziyan, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên Ereban bi sedan şênî beşdar bûn.

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El Elî axivî. Fatima piştî sersaxî ji malbata şehîda re xwest keda şehîdan a ji bo bidestxistina azadî û aştiyê vegot û wiha domand "Van şehîdan ji bo aştî û ewlehiya welat canê xwe feda kir. Bi şehadeta xwe wateya berxwedan û têkoşîna li hemberî êrişên qirkirinê nîşanî cîhanê da."

Fatima bal kişand ser pirrengiya çandî ya li herêmê û ev li gotinên xwe zêde kirin "Bajarê me tabloyeke mozaîkî ye. Divê em hevgirtî bimînin û xeta şehîdan bidomînin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Hesekê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha domand "Gotin li beramberî keda şehîdan kêm in. Bedena wan li hemberî dagirkeriyê bû bendeke. Şehadeta wan jî rêya nîşaneya dilsoziya wan a bi welat re û girêdana wan bi pîvanên ku ji bo wê parastina kirine ye."

Şoreş Hesekê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan û parastina herêmê da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulçîn Ehmê jî wesîqeyên şehîdan xwend û da malbatên wan.

Di dawiyê de şervanan cenazeyên hevreyên hilgirtin ser milên xwe û bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(bb)

ANHA