HPC: Em ê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî şoreşa xwe biparêzin

HPCˈê ya Girkê Legê hevgirtina xwe bi QSD û YPJˈê re nîşan da û diyar kir ku dê destkeftiyên şoreşa tevahî pêkhateyan biparêzin.

HPC: Em ê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî şoreşa xwe biparêzin
2 ÇILE, 2025   13:44
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya bajarê Girkê Legê, bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand.

Daxuyanî li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran bi beşdariya şêniyên Girkê Legê û Rimêlanê hate dayîn û ji aliyê Silêman Hesen ve hat xwendin

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em piştgiriyê didin hêzên xwe yên leşkerî. Em her mal, her kolenekê û her gundekî biparêzin. Çawa gelê me berê li ber xwe dabû, wê dîsa li hemberî teror û dagirkeran li ber xwe bide heya serkeftinê ji tevahî pêkhateyan; Kurd, Ereb û Suryan re mîsoger bike."

(bb)

ANHA