Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn

Li gorî agahiyan gelek balafirên şer ji 8’emîn Baregeha Jetan a li parêzgeha Amed ya Bakurê Kurdistanê rabûn.

Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
20 ÇILE, 2026   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên çeteyên dewleta Tirk, hikumeta demkî û DAIŞ’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezoptamyayê, gelek balafirên şer ji 8’emîn Baregeha Jetan a li parêzgeha Amed ya Bakurê Kurdistanê rabûne.

Heya niha nayê zanîn balafirên şer ji bo çi rabûne û wê êrişî ku bikin.