Di encamê gulebarana li ser sînorê Qamişlo şenî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Qamişlo-Nisêbîn de şêniyên Qamişloyê gulebaran kirin, di encamê de hejmarek ji şêniyan birîndar bûn.

Di encamê gulebarana li ser sînorê Qamişlo şenî birîndar bûn
20 ÇILE, 2026   19:09
QAMIŞLO

Di dema kombûyîna şêniyên bajarê Qamişlo a li ber sînorê Qamişlo-Nisêbînê de, dewleta Tirk a dagirker şênî gulebaran kirin û girseya gel bombeyên gazê bikaranîn.

Di encamê de hejmarek ji şêniyan birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku me ji girtiye 6 birîndar sewqê nexweşxaneyan hatine kirin. Ew niha tên tedawîkirin.

(sb)

ANHA