Ji 2 birayên hatibûn revandin yek hat berdan

Malbata 2 birayên ji bajarê Dêrikê ku li ser rêya Reqa-Şamê hatibûn revandin, da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker tenê yek berdaye.

Ji 2 birayên hatibûn revandin yek hat berdan
19 mijdar, 2025   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 16'ê Mijdarê de Avan Mîro (23) û Ebdulmutelib Mîro (20) ên birayên hev ên ji bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê, ji bo tomarkirina li zanîngehê berê xwe dabû Şamê û bi rê de li ser rêya Reqa-Şamê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn revandin.

Li gorî agahiyên ji malbatê hatine wergirtin, her du bira li ser benda kontrolê ya bi navê "Meidanê" ku 70 kîlometreyan dûrî Reqayê ye di basê de bûn, lê çeteyên li ser bendê dema telefonên wan kontrol kiribûn, revandibûn.

Malbatê îro diyar kir ku kurê wan Avan bi telefonê peywendî kiriye û gotiye ew hatiye berdan, lê hîna birayê wî girtî ye û dê heta 2 rojên din were berdan.

(mh/fr)

ANHA