Îsraîllê êrişî Beyrûtê kir

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz daxuyand ku artêşa Îsraîlê êrişî nuqteyên Hîzbullahê yên li dahiya başûr a Beyrûtê kir. Di êrişan de herî kêm 2 kes jiyana xwe ji dest da.

Îsraîllê êrişî Beyrûtê kir
7 hezîran, 2026   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê piştî navbera du rojan dîsa êrişa hewayî li dijî dahiyya başûr a Beyrûtê kir. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz ragihand ku êrişên bi rokêtan li dijî Hizbullahê hat kirin.

Rayedarên Îsraîlê ragihand ku xala ku hatiye hedefgirtin, baregeheke Hizbullahê bû û tê îdiakirin ku di plankirina êrişên li dijî Îsraîlê de dihat bikaranîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, avahiyeke li herêma Tahuitat El Gadir bi çar moşekan hate xistin. Yek ji moşekan neteqiyaye û hêzên ewlehiyê hişyarî dane ku ji herêmê dûr bisekinin.

Li aliyê din, êrişên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê dewam dikin. Hate ragihandin ku li herêma Nebetiye di encama hedefgirtina wesayîtekî agirkujê de 2 kes jiyana xwe ji dest dane. Di encama lêdana wesayîtekî artêşa Lubnanê de jî du efser û leşkerekî hatiye kuştin.

Li gorî rayedarên Libnanê, ji 2’ê Adarê ve di êrîşên Îsraîlê de 3 hezar û 593 kes jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 990 kes birîndar bûne.

Netanyahu di civîna kabîne ya heftiyane de îdia kir ku di hefteya dawî de 350 Hizbullah hatin kuştin. Netanyahu peyama dewamkirina operasyonên li dijî Îsraîlê da.