Şêniyekî ji Siwêdayê yê ji êrişan filitiye daxwaza parastinê kir

Şêniyek ji Siwêdayê ku ji êrişan filitiye, daxwaza parastin û alîkariyên mirovî kir.

Şêniyekî ji Siwêdayê yê ji êrişan filitiye daxwaza parastinê kir
22 tîrmeh, 2025   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 13’ê Tîrmehê ve komên çekdar ên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz êrişî Siwêdayê dikin û alozî dewam dike. Di encamê de gelek kes bûn qurbanî û gelek kes jî koçber bûn.

Şêniyekî ji Siwêdayê diyar kir ku dema ji kar vedigeriya bi dijwarî hat topbarankirin û got: "Ez sivîlek ji Siwêdayê me, tu çek bi min re tune bûn, min şer û êrişî tu kesî nekiriye. Wexta em ji karê xwe vedigeriyan, komên tekfîrî bi dijwarî top li me barandin."

Şênî da zanîn ku sivîl li kolanan dihatin armanckirin, lewre tirs di nava şêniyan de çêbû. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku wan ji bo parastin û tedawiyê xwe li gundekî ewle girtiye.

Şênî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa zehmet a mirovî, domandina êrişan û kêmbûna xizmetên bijîşkî û ev bang kir: "Em bang li her kesî dikin ku alîkariyê bidin şêniyên gund."

(bb)