Îsraîlê rewşa awarte li eniya başûr a hundirîn rakir

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê diyar kir ku wan rewşa awarte li eniya hundirîn a başûrê Îsraîlê rakir.

Îsraîlê rewşa awarte li eniya başûr a hundirîn rakir
27 cotmeh, 2025   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz îro li eniya hundirîn a başûrê Îsraîlê rewşa awarte ya taybet rakir. Li gorî rojnameya "Israel Hayom", ji dema êrişên 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve ev cara yekemîn e.

Ev biryar, tê wateya ku bidawîbûna rewşa awarte ya giştî ku beriya zêdetirî salekê ve, piştî êrişên tevgera Hemasê, hatiye ragihandin. Di wê biryarê de qeydên ewlehî û tedbîrên awarte yên berfireh li deverên başûr ên bi ser Şerîda Xezayê ve hatibûn ferzkirin.

Ev biryar, digel nirxandinên ewlehî yên nû de hat dayîn. Ji ber asta gefên yekser li dijî Şerîda Xezayê kêm bûne û Îsraîl rewşa meydanî ji nêz ve dişopîne û xwe ji rewşek nişkan ve amade kiriye.

(mh/fr)