Îsraîlê li lubnanê cihên Hizbullah bombebaran kirin

Balafirên şer ên Îsraîlî li gelek deverên başûrê Lubnanê cihên Hizbullah bombebaran kirin.

Îsraîlê li lubnanê cihên Hizbullah bombebaran kirin
11 ÇILE, 2026   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Îsraîlê gelek cihên Hizbullahê li deverên başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

Ragihandina Lubnanê diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê 6 caran bajarokê Mehmûdiyê û derdora wê bombebaran kirin, li kêlek wê jî girên El Cibûr hatin bomebarankirin.

Artêşa Îsraîlê berî ku êriş bike, agahdarî dabû şêniyan ku herêma li dijî gundê Kefer Heta yê başûrê Lubnanê vala bikin.

(ac/fr)

ANHA