Şêniyên Siwêdayê komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin

Bi dehan çalakvan, siyasetmedar û şêniyên bajarê Siwêdayê ji bo şermezarkirina sûcên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, çalakiyek li dar xist.

Şêniyên Siwêdayê komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
Şêniyên Siwêdayê komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
Şêniyên Siwêdayê komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
Şêniyên Siwêdayê komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
Şêniyên Siwêdayê komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
11 ÇILE, 2026   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvan û şêniyên bajarê Siweydayê li dijî êriş û sûcên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatine kirin, çalakiyek li dar xist. Çalakvanan berxwedana şêniyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir û got ev berxwedan keta dîrokê.

Bi dehan şêniyên bajarê Siwêdayê li Qada Keramê ya navenda bajêr kom bûn û dirûşmeyên silavkirina berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berz kirin û alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bilind kirin.

Beşdaran diyar kir ku ew piştgiriya ku gelê Kurd û QSDˊê di êrişên hêzên hikumetê li dijî wan kirine de ji bîr nakin.

Beşdaran komkujiyên ku çeteyan li dijî Kurdan kirine şermezar kirin û got komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewama komkujiyên perav, Siwêda û hedefgirtina xelkê Xiristiyan e.

Di dawiyê de hat gotin ku yên çûne ser desthilata Şamê komên terorîst in, bi navê olê sivîlan qetil dikin û direvînin.

(ac/fr)

ANHA