Îsraîlê li başûrê Lubnanê da: Kesek birîndar bû

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê motorsîklêtek bombebaran kir. Di encamê de kesek birîndar bû.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê da: Kesek birîndar bû
14 kanûn, 2025   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) balafireke Îsraîlê sibeha îro li herêma Yatir a başûrê Lubnanê li motorsîklêtekê xist. Li gorî agahiyên destpêkê di encama bombebaranê de kesek birîndar bû.

Hate diyarkirin ku piştî êriş, balafirên şer ên Îsraîlê li herêmên başûr geriyan û ambulans jî berî dan cihê bûyerê.

(b)