Li Hemayê pevçûn derket; 19 kes birîndar bûn

Li bajarokê Meerdest ê bakurê Hemayê di nava komek çekdaran pevçûn derket, çek û bombe hatin bikaranîn, 19 kes birîndar bûn.

Li Hemayê pevçûn derket; 19 kes birîndar bûn
27 gulan, 2026   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, vê êvarê di nava komeke çekdaran de li bajarokê Meerdes ê bakurê Hemayê pevçûn derket.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku di pevçûnan de çek û bombe hatin bikaranîn, 19 kes birîndar bûn.

Hat gotin ku birîndar rakirin nexweşxaneyên Hemayê û li herêmê rewşeke aloz heye.

(fr)