Îsraîlê êrîşî Sûriyeyê kir 

Artêşa Îsraîlê li dijî hin noqteyan li Sûriyeyê êriş pêk anîn.

Îsraîlê êrîşî Sûriyeyê kir 
30 kanûn, 2023   11:01
Navenda nûçeyan

Artêşa Îsraîlê vê sibê dauxyaniyekê kin da û îdîa kir ku ji aliyê Suriyeyê ve 2 moşek li xaka Îsraîlê ketine, lewma wan cihê ku moşek lê hatine avêtin kirine hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku koma ku xwe wekî "Berxwedana Sûriyeyê ya ji bo rizgarkirina Colanê" binav dike û bi Hizbullaha Lubnanî re kar dike, 2 moşek ji Sûriyeyê ber bi Colanê yên dagirkirî ve avêtine. Hemwextî wê hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarê Dera û Quneytîrayê ketine seferberiyê.

Di agahiya SOHR’ê de tê gotin ku Îsraîlê jî tugaya Girê Qirs El Neqil û derdora bajarokê Heder ê gundewarê Quneytîrayê bombebaran kiriye. Lê agahiyên der barê ziran û windahiyên canî de nehatin bidestxistin.

(şx/a)