Îsraîlê Encûmena Pisporan a Îranê hişyar kir: Xelîfeyê nû jî yên wî hilbijêrin jî dê bên kuştin

Berdevekê Hêzên Parastinê ya Îsraîlê Avichay Adraee bang li Encûmena Pisporan a Îranê kir û bi gotina, “Em dê hemû kesên ji bo hilbijartina Rêberê Olî yê Îranê yên nû kom nebin, bikujin” tehdît kir.

 Îsraîlê Encûmena Pisporan a Îranê hişyar kir: Xelîfeyê nû jî yên wî hilbijêrin jî dê bên kuştin
8 adar, 2026   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 9'emîn de berdewam dike. Îsraîl û DYA'yê ragihandin ku serweriya hewayî ya li Îranê bi dest xistine û ji bo serweriya bejahî ketine qonaxa duyemîn. Her wiha di vê çarçoveyê de şevê din yekem car ligel hedefên leşkerî û îdarî, tora enerjiyê hedef girtin.

Berdevekê Beşa Erebî yê Hêzên Parastinê ya Îsraîlê (IDF) Avichay Adraee li ser hesabên fermî yên dijîtal peyamek weşand. Di peyamê de wiha hate gotin: “Piştî ji holêrakirina Xamaneyê zalim, rejîma terorîst a Îranê niha hewil dide xwe ji nûve bi rêxistin bike û serokek nû hilbijêr e. Encûmena Pisporan a Îranê ku ev 40 sale kom nebûye, tê payîn di demek nêz de li bajarê Komê kom bibe.

Adraee diyar kir ku destên Îsraîlê yên dirêj, Xelîfeyê nû û hemû kesên hewil didin wî hilbijêrîn dişopîne û dê ji holê rake. Adraee bi gotina, “Em hemû kesên difikirin tev li civîna hilbijartina xelîfeyê nû bibin, hişyar dikin: Hûn jî dê bibin hedefa me” hişyariya xwe dubare kir.