Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî mezreyeke gundewarê Şamê de kuştî û birîndar hene. Îsraîlê di nava kêmî 12 saetan de 2 caran serdestiya Sûriyeyê binpê kir.

Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
10 sibat, 2024   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî leşkerî yê hêzên hikumeta Şamê derdora saet 01.05’an ê barbanga îro de artêşa Îsraîlê ji aliyê Colanê ve bi hewayî li gundewarê Şamê hin nuqte bombebaran kirin.

Heman çavkanî got: "Pergala parastina hewayî ya Şamê bersiva moşekên dijmin da û hinek ji wan xistin xwarê." Her wiha diyar kir ku ji ber êrişê ziyanên madî çêbûne.

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), artêşa Îsraîlê li herêmên Dîmas û Meşrû Dumer ên Şamê avahiyên niştecihan kirin hedef. SOHR diyar kir ku agahî hene ku hin kesên ji nasnameyên ne sûrî hatin kuştine.

Malpera Sewat El Asîma jî ragihand ku Îsraîl li nêzî gundên Esed ên gundewarê Şamê mezreyek kir hedef. Li gorî bîlançoya pêşîn ya SOHR, di encamê de 2 kes hatin kuştin û hejmarek din birîndar bûn.

Li gorî heman malperê pergala parastina hewayî ya Şamê tu hedefên Îsraîlê asteng nekirin.

Li gorî çavkaniyekî ji wezareta parastinê ya hikumeta Şamê, duh di saetên piştî nîvro de du balafirên bê mirov ên bi çek ên Îsraîlê li asîmanê gundewarê rojavayê Şamê  asteng kirin.

(bb)