Îsraîlê bi dijwarî li başûrê Lubnanê da

Balafirên Îsraîlê bi dijwarî başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

 Îsraîlê bi dijwarî li başûrê Lubnanê da
8 gulan, 2025   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku hêzên hewayî yên Îsraîlê êrişeke berfireh li başûrê Lubnanê pêk anî.

Medyaya xwecih ragihand ku balafirên Îsraîlê bajarokê Kefer Ruman, Girê Elî Tahir, herêma Debşa, daristanên Elî Tahir a li bajarokê Nebetiya Jorîn bi dijwarî kirin hedef.

Kanala 13 a Îsraîlê daxuyand ku artêşa Îsraîlê "Operasyoneke hewayî ya berfireh li Lubnanê pêk tîne." Lê agahiyên zêdetir parve nekirin.

(bb)