Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya sedsalê ji bo bi muwekîlê xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Girtîgehê dan. 

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
8 gulan, 2025   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan. 

Parêzeran her wiha ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serlêdana hevdîtinê kirin.

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya sedsalê Ozgur Faik Erol di 27ê Sibatê de li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtin pêk anî. Parêzer Rêzan Sarica û Newroz Ûysal Aslan herî dawî di 7 'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.

ASTENGKIRINA HEVDÎTINAN

Piraniya daxwazên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nehatine bersivandin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di bersivên dayî de bi hinceta "Cezayên dîsîplînê" 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe ye.

Di dema Rewşa Awarte de ku Tîrmeha 2016'an hate ragihandin, heta Sibata 2018'an qedexeya hevdîtina parêzer hate domandin. Piştî vê dîrokê, daxwazên parêzeran ên ji bo hevdîtinê ji bo 6 mehan hatin qedexekirin. Dadweriya Înfazê ya Bursayê di 8ê Mijdara 2024an de biryara qedexekirina hevdîtinên parêzeran ên 6 mehên dawî yên ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê da. Der barê sedema qedexeyê de ti agahî ji parêzeran re nehat dayîn.

Bi biryara dawî ya qedexeyê re, di nava 8 salên dawî de herî kêm 15 caran hevdîtina parêzeran li Rêber Abdullah Ocalan hat qedexekirin.