Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir: 4 kes hatin kuştin

Li başûrê Lubnanê di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li dijî erebeyekê de 4 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir: 4 kes hatin kuştin
2 mijdar, 2025   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku li bajarokê Kefer Rûman ê navçeya Nebetiyê ya başûrê Lubnanê di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li dijî erebeyekê de 4 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûne. Wezaretê diyar kir ku ev bîlanço hîna ya destpêkê ye.

Ajansa Neteweyê ya Lubnanê (NNA) jî ragihand ku droneke Îsraîlê duh êvarî mûşekek avêt erebeyekê. NNA’yê ragihand ku êriş li rojhilatê bajarokê Kefer Ruman ê başûrê welat hatiye kirin.

Êriş çend saet piştî daxuyaniyê nûnerê DYA’yê yê Lubnanê Tom Barrack hat kirin ku banga dan û standinên rasterast bi Îsraîlê re kiribû.

Di Mijdara 2024’an de peymana agirbestê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de hatibû ragihandin. Li gorî peymanê, divê Hizbullah ji herêma başûrê Çemê Lîtanî 30 kîlometreyan ji sînor vekişin, binesaziya xwe ya leşkerî ji hev bixe û çek di destê dewletê tenê de bimîne.

 Tevî vê  yekê hîna 5 nuqteyên stratejîk ên Îsraîlê li başûrê Lubnanên hene û êrişên xwe yên hewayî didomîne.

Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê ya Lubnanê, di êrişên hefteya borî yên Îsraîlê de 26 kes hatin kuştin.

(bb)