Îsraîlê baregehên leşkerî yên hikumeta demkî bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku “wek bersiva êrişên li ser sivîlên Durzî" baregehên leşkerî yên hikumeta demkî yên li başûrê Sûriyeyê bombebaran kirine.

 Îsraîlê baregehên leşkerî yên hikumeta demkî bombebaran kirin
20 adar, 2026   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û diyar kir: "Çek û navenda fermandariyê ya li kompleksên leşkerî yên li başûrê Sûriyeyê hate xistin.”

Artêşê diyar kir ku êrişên li ser Durziyan tolere nakin û hate gotin ji bo parasina wan û şopandina rewşa li herêmê wê operasyonên xwe dewam bike.

Fermandariya Hêzên Muhafizên Neteweyî yên Siwêdayê di 19'ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di encama êrişên li herêma Siwêdayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye, 4 kes jî birîndar bûne û 19 kes hatin revandin.