Îsraîlê baregehên Hizbullahê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê hin baregehên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê bi dijwarî bombebaran kirin û got, dê li dijî metirsiyên li ser xwe êrişan bidomîne.

Îsraîlê baregehên Hizbullahê bombebaran kirin
21 tebax, 2025   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku şevê din hêzên wan li başûrê Lubnanê êrişên hewayî li dijî baregehên Hizbullahê pêk anî. 

Artêşa Îsraîlê der barê mijarê de ev daxuyanî da: “Balafirên şer binesaziya teroristan bombebaran kir. Di bombebaranê de depo, alavên şer, baregeha avêtina fûzayan ên girêdayî Huzibullah ên li başûrê Lubanê hatin bombekirin. Hebûna wan depo, binesazî û baregehên fûzayan binpêkirina lihevkirinên di navbera Îsraîl û Lubanê de ye.”

Artêşa Îsraîlê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê xebatên xwe ji bo rakirina gefên li ser dewleta Îsraîlê bidomîne.

(dc)