Îsraîl: Heya rehînên me werin berdan em ê yên Filistînê berdin

Îsraîlê ragihand ku heya rehînên Îsraîlê yên li Şerîda Xezayê bighêjin Îsraîlê ew ê tavilê rehînên Filistînê berdin.

Îsraîl: Heya rehînên me werin berdan em ê yên Filistînê berdin
12 cotmeh, 2025   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Shosh Bedrosian di civîneke çapemeniyên got,  heya tevahî rehînên îsraîlî bên berdan, ew ê tavilê yên Filistînê berdin.

Beriya niha jî Shosh Bedrosian destnîşan kiribû ku wê 22 rehînên sax di çarçoveya qonaxa yekemîn a peymana agirbestê de roja duşemê bên berdan.

Shosh Bedrosian ragihandibû ku Îsraîl amade ye ku piştî wergirtina rehînên sax, cenazeyên 28 rehînan wergire.

Ji rêveberên Hemasê Usama Hemdan ji AFPˊê re got, li gorî peymanê, divê 48 dîl (sax û mirî) sibeha duşemê (13 Cotmeh 2025) werin pevguhertin.

(ac/fr)