Kanala avdanê ya Xabûrê tê sererastkirin

Meclisa Çandinî û Aboriyê ya Kantona Dêrazorê di qonaxa duyemîn a sererastkirina kanala avdanê ya Xabûr ya li bakurê Kantonê dixebite. Li gorî berpirsên vê xebatê, tê payîn roja 15’ê vê mehê de bi dawî bibe.

Kanala avdanê ya Xabûrê tê sererastkirin
Kanala avdanê ya Xabûrê tê sererastkirin
Kanala avdanê ya Xabûrê tê sererastkirin
Kanala avdanê ya Xabûrê tê sererastkirin
Kanala avdanê ya Xabûrê tê sererastkirin
Kanala avdanê ya Xabûrê tê sererastkirin
Kanala avdanê ya Xabûrê tê sererastkirin
13 cotmeh, 2025   06:37
DÊRAZOR

Meclisa Çandinî û Avdanê ya Kantona Dêrazorê dest bi qonaxa duyemîn a sererastkirin û amadekirina kanala avdanê ya Xabûrê kir. Qonaxa yekem a vê xebatê par bi dawî bûbû. Di  encamê de laşê kanalê û stasyonên wê hatin sererastkirin û binpêkirinên li ser wê hatiye kirin, hatin rakirin.

Qonaxa duyemîn jî di nîvê meha Îlonê de dest pê kir. Ev xebat dê li ser 5 qonaxan bi rê ve biçe. Di van 5 qonaxan de dê axa zêde hatiye;  were rakirin, qatek madeya avê derbas nake were danîn, jêra wê bi batonê were çêkirin, paşê hesin were danîn, paşê jî qatek çimento tê ser.

Ev xebat avê ji zêdeyî 90 hezar donim zeviyên gundên girêdayî El Bisêra ya li bakurê Dêrazorê û gundên başûrê Siwer dabîn dike. Di heman demê de avê dide 6 stasyonên avê yên El Herîce, El Rebîde, Ebû El Nîtil û Swer in, di heman demê de avê dighîne başûrê Hesekê. Ev bi rêya stasyona avê ya Mergeda û stasyona El Elwe ya 47’an pêk were. Ava dighêje wê di navbera 15-18 hezar metre dam e.

Berpirsê sererastkirina kanalê Mehmûd El Reca der barê xebatên xwe de got, di nava xebata wan de çêkirina 150 bilatên bi batonê heye. Her wiha dê 34 km ax û quma kom bûye were rakirin.

El Reca  bal kişand ser pirsgirêkên dibin sedema xirabûna kanalê û ev tişt anî ser ziman "Kombûna qûmê di kanala avê de, ji ber kenal li herêmake çoleye, ev jî dibe sedema girtina stasyonê. Di heman demê de pirsgirêka gihandina elekterîkê ji stasyonê re heye. Pêwistiya kanalê bi 9 Mêga Wat her saetekê heye. Eleketerîka heyî jî tenê 5 mêga wat e.

El Reca li ser girîngiya sererastkirina kanala avdanê ya Xabûr got, "Ev xebat stratejîk bi dirêjahiya 43 kîlometreyan e. Ji 3 stasyonên sereke pêk tê, tê de 2 stasyonên dayînê hene, di heman demê de stasyonek rakirina avê heye."

Mehmûd El Reca di dawiya axaftina de bibîr xist ku ev xebat ji bo tevahî herêmê girîng e.

(dc)

ANHA