‘Îsraîl ji destwerdana Sûriyeya ya li Lubnanê bi fikar e’

Çavdêran diyar kir ku daxuyaniyên DYA’yê yên têkildarî destwerdaneke muhtemel a Sûriyeyê li Lubnanê fikar li cem Îsraîlê çêkirin ku hevsengiyên hêzan li ser sînorê wê yê bakur bide guherîn. Li aliyekî din krîza avakirina hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê nakokiyên li ser parvekirina desthilatê de aşkera kirin. Tê gotin ku muzakereyên DYA-Îranê êdî bûne faktoreke bibandor a kûrkirina parçebûnê di nava tevgerên pragmatîk û tundraw ên li Îranê de.

‘Îsraîl ji destwerdana Sûriyeya ya li Lubnanê bi fikar e’
25 hezîran, 2026   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser fikarên Îsraîlê yên li ser destwerdaneke muhtemel a Sûriyeyê di Lubnanê de, nakokiyên di navbera PDK û YNK‘ê de, her wiha bandorên muzakereyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê li ser rewşa navxweyî ya Îranê.

‘ÎSRAÎL XWE JI SENARYOYA DESTWERDANA SÛRIYEYÊ RE AMADE DIKE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî daxuyaniyên rayedarên DYA‘yê yên girêdayî destwerdana muhtemel a Sûriyeyê li Lubnanê nivîsî. Hate gotin, Îsraîl bi fikar daxuyaniyên Amerîkî yên têkildarî îhtîmala dayîna mîsyona şerê li dijî Hizbullahê bo Sûriyeyê dişopîne. Rojnameyê diyar kir ku serokê hikumeta Îsraîlê Benjemin Netanyahu bi mijara nîqaşkirina bandorên vê senaroyayê banga civîneke ewlehiyê ya diyarker kir.

Li gorî rojnameyê, Tel Avîv bicihkirina leşkerî ya Sûriyeyê di nav axa Lubnanê de red dike û ditirse ku ev yek bi têkiliya nêzîk a di navbera Enqere û rayedarên Sûriyeyê yên heyî de bibe sedema berfirehbûna bandora Tirkiyeyê li ser sînorê wê yê bakur.  Her wiha hate gotin ku hawirdorên îsraîlê ketina hêzên Sûriyeyê ya nava axa Lubnanê wekî "Senaryoyên herî xirab" dibînin ku dibe hevsengiyên hêzan li eniya bakur biguhere.

Rojnameyê her wiha îşaret pê kir ku "hin aliyên îsraîlî pêşniyara Amerîkayê wekî derfetekê ji bo lawazkirina Hizbullahê dibînin, hin din jî wekî gefeke stratejîk dibînin ku derî li pêşiya kaosên nû yên herêmî veke. Lê çavdêr, axaftina li ser rola Sûriyeyê ji plana pêkanîna wê bo demek dirêj wêdetir wekî amûra zexta siyasî dibînin."

‘KRÎZÊN ZÊDETIR DIKEVIN RÊYA AVAKIRINA HIKUMETA HERÊMA KURDISTANA IRAQÊ`

Rojnameya El Ereb jî cih da nakokiyên nû yên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de. Hate gotin demeke dirêj di ser hilbijartinên parlamentoyê re derbas bûye, lê ev nakokî hewldanên avakirina hikumeta Herêma Kurdistanê dixitimînin.

Têkildarî nakokiyan, rojnameyê wiha nivîsand: "Nakokî li ser parvekirina cih û postan di hundirê saziyên herêmê de ye. YNK hewl dide bi rêya hevalbendiyên nû cihê xwe yê siyasî xurt bike. Di heman demê de, PDK mafê xwe yê rêvebirina hikumetê li gorî encamên hilbijartinê diparêze ku bûne sedema mezintirîn bloka parlamentoyê."

Rojnameyê îşaret pê kir ku tawanbarkirina hev a PDK û YNK‘ê krîzeke kûrtir a têkildarî xwezaya pergala lihevkirinê ya li herêmê nîşan dide û ev nirxandin kir: "Hilbijartin li şûna ku rê li ber çareseriyeke zelal vekin ku bibe dergehê avakirina saziyên rêveberiyê bi lez û bez û bi bandor, veguheriye xaleke destpêkê ji bo torên dirêj ên dan û standinên siyasî."

‘GELO QALIBAF DÊ BIBE GORBAÇOVÊ ÎRANÊ?’

Kovara El Mejelayê bi pirsa "Gelo dê sermuzakerevan Mihemed Baqir Qalîbaf bibe Gorbaçovê Îranê?" bal kişand ser bandorên muzakereyên rasterast ên di navbera DYA û Îranê de.

Li gorî kovarê, muzakereyên domdar, di nav rejîma Îranê de dabeşbûneke mezin di navbera aliyekî pragmatîk de aşkera kiriye ku ji bo çareseriyên aboriyê û xurtkirina îstîqrarê ji bo vekirîbûn û lihevkirinê bi Washingtonê re zextê dike û aliyekî muhafazekar ku xwe dispêre prensîbên îdeolojîk ên kevneşopî û vê rêyê wek gefeke li ser bingehên rejîmê dibîne.  

Kovarê destnîşan kir ku serkeftina peymaneke muhtemel dikare derfeteke bêhndana aborî bide Tehranê, lê di heman demê de dikare derî li ber nakokiyên navxweyî yên nû li ser siberoja rejîmê û rêgeha wê ya siyasî veke. Ev yek jî dê pirsgirêkên navxweyî ji zextên derveyî tevlihevtir bike.

(bb)