Iraqê 2 serçeteyên DAIŞˊê li derveyî sînor girtin

Dezgeha Îstîxbarata Nîştimanî ya Iraqê ragihand ku 2 serçeteyên DAIŞˊê girtin, yek ji wan destê xwe di kuştina leşkerekî Iraqê de heye.

Iraqê 2 serçeteyên DAIŞˊê li derveyî sînor girtin
24 sibat, 2024   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê, Dezgeha Îstîxbarata Nîştimanî ya Iraqê ragihand 2 serçeteyên DAIŞˊê yên herî xeternak li derveyî sînorê xwe girtine.

Dezgehê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di encama şopandina îstîxbaratî ya çend salan endamên wan 2 serçeteyên DAIŞˊê yên herî xeternak ku sûcên herî hovane li Iraqê kirine, li derveyî sînorê Iraqê girtin û anîn Iraqê.

Di daxuyaniyê de hate gotin navên her du serçeteyan wiha ne; Îsam Ebid Elî Seîdan (Ebû Zêd). Ew rojnamegerê wîlayeta Feloce û destê wî di serjêkirina leşker Kazim El Rikabî de heye. Ebû Zêd berpirsê rêvebirina tevahî çalakiyên çapemeniyê yên terorîstan li Feloca piştî 2014ˊan e. Her wiha destê wî di gelek sûcên terorane de heye, ji wan jî kuştina 2 leşkerên bi navên Mistefa El Esazî û Semîr Murad El Delwî. Terorîst Beşîr Ebid Elî Elî Seîdan (Ebû Ehmed Itîsalat) leşkerê li wîlayeta Feloca ye, her wiha piştî 2015ˊan berpirsiyariya tevahî çalakiyên terorane yên DAIŞˊê li Feloca wergirt. Wî deşîfrekirina peywendiyên navbera serçeteyan de dabîn dikir.

(fr)