Îranê dest danî ser keştiyeke biyanî

Tehranê ragihand ku Pasdaran bi tohmeta qeçaxçîtiya sotemeniyê dest danî ser keştiyek biyanî û tîmên wê yên ji 13 kesan pêk tê, ber bi bajarê Bûşehir ê başûrê rojavayê welat ve bir.

Îranê dest danî ser keştiyeke biyanî
30 mijdar, 2025   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku Pasdarên Şoreşê, bi tawana qaçaxçîtiya sotemeniyê keştiyek biyanî desteser kir. Girêdayî mijarê rayedarekî herêmî anî ziman ku keştiyê 350 hezar lître sotemenî bar kiribû, ala Eswatini (berê Swaziland) li ser bû. Keştî ber bi bajarê Boşehirê yê başûrê rojavayê welat ve bir.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku tîma ku ji 13 kesan li ser keştiyê bû yên ku ji welatên derdorê û Hindistanê bûn hatin girtin.

(ac/fr)

ANHA