Li Lubnan û Reqayê şehîd Şîlan û hevrêyên wê hatin bibîranîn

Rêxistinên Kongra Star û PYDˊê yên li Lubnan û Reqayê şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê bi bîr anîn û soza şopandina rêça şehîdan hat dayîn.

30 mijdar, 2025   18:32
NAVENA NÛÇEYAN

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê û kantona Reqayê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê di salvegera wan a 21’emîn a şehadetê de çalakî hatin bibîranîn.

Li Beyrûtê, rêxistina Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê li Navenda Komeleya Newroz a Çandî û Civakî, bi amadebûna gelek Kurdên li Lubnanê û hejmarek malbatên şehîdan, merasîmek bîranînê li dar xist.

Di merasîmê de, piştî deqeya rêzgirtinê, sînevîzyonek li ser jiyana hevrê Şîlan Kobanê hate pêşkêşkirin. Dûre Endama Rêveber a Kongra Star Leyla Mihemed axivî, şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn.

Leyla Mihemed diyar kir ku hevrêyên wan bi rêya têkoşîna siyasî û niştîmanî bûn dendika destpêkê ya damezrandina PYDˊê.

Merasîm bi diruşmên dilsoziya bi şehîdan û silavkirina fedakariyên wan re bi dawî bû.

Bi heman mijarê rêxistina PYDˊê ya kantona Reqayê merasîmek ji bo şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wan li hola Yekitiya Parêzeran a kantonê organîze kir. Di merasîmê de endamên PYDˊê, ciwanên şoreşger, Rêxistinên Civaka Demokratîk û Yekitiya Jinên Ciwan amade bûn.

Di merasîmê de berdevka Meclisa Jinan a PYDˊê Hûriye Şemdîn Cejna Berxwedana Nerteweyî pîroz kir, malbatên şehîdan û hemû kesên amade silav kir.

Hûriye hêvî kir ku sala nû bibe sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan, sala aştî, rawestandina xwînê, bidawîbûna şeran û vegera birûmet a koçberan.

Li aliyekî din jî hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso şehîd Şîlan wekî "çiraya azadiyê" bi nav kir û destnîşan kir ku ev bibîranîn hemwextî salvegera damezrandina PKKˊê û 25ˊê Mijdarê hat.

Hiso got: "Ne ji fikra Rêber Apo û rêxistina wî bûya em nedigihîştin roja îro. Em şagirtên şehîd Şîlan û her kesê li ser şopa wê meşiyan e."

Merasîm bi diruşmên şopandina metoda şehîdan bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA

Reqa