Îran: Wê bi Omanê re rêkeftinek çêbibe

Îranê ragihand ku di demekê nêzîk de wê rêkeftinek ji bo avakirina kerîdoreke deryavaniyê ya ewle û demkî bi rêya Tengava Hurmuzê bi Omanê çêbibe.

Îran: Wê bi Omanê re rêkeftinek çêbibe
7 îlon, 2026   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî di civîneke çapemeniyê ya hefteyî ya li Tehranê de got dan û standinên pêşketineke baş bi dest xist. Beqaî hêvî kir ku aliyên sêyem destwerdanê nekin da ku gihandina rêkeftinê asteng nekin.

Beqaî diyar kir ku rêkeftina nêzîk bi armanca birêxistinkirina kerîdora ewle û demkî ya keştiyên bazirganî bi rêya tengavê re ye û amaje bi derfeta belgekirina lihevkirinê li gel Rêxistina Navneteweyî ya Deryayî kir.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsên Rezayî got ku Tehran dixwaze di rojên pêş de "herêmeke nû ya qedexekirî li Kendavê" û nexşeyên rêyeke nû ya keştîvaniyê di Tengava Hurmuzê re ragihîne.

Rezayî da zanîn ku dê herêma nû ji nuqteya dorpêça Amerîkayî ya li ser Îranê heta bi herêmên li Kendavê be û her keştiyek derbas bibe wê li lîsteya cezayan zêde bibe.

Rezayî bi bîr xist ku nexşe rêyên trafîkê li tengavê di demek nêz de bipejirîne û her du aliyan li ser nexşeyên korîdora nû ya navneteweyî li ava Îran û Omanê li hev kir ku Îran bi rê ve bibe û di çend rojên bê de rêkeftin were îmzekirin.

(f)