Îran û Erebistana Siûdî piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan

Erebistana Siûdî û Îranê banga Rêber Abdullah Ocalan erênî pêşwazî kirin û xwestin ku gavên pratîkî werin avêtin.

Îran û Erebistana Siûdî piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan
28 sibat, 2025   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî banga Rêber Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk  erênî pêşwazî kir û daxwaz kir ku gavên pratîkî werin avêtin.

Erebistana Siûdî got ku ew dixwazin ev bang têkeve piratîkê ji ber ku dê bi xwe re aramî, aştî û pêşketinê bîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî jî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan erênî pêşwazî kir û destnîşan kir ku dê ev gava girîng dawiyê li tundiyê bîne.

Beqaî anî ziman ku ew piştgiriyê didin rêyên bidawîkirina tundiyê û xurtkirina aramiyê û hêvî kir ku ev geşedan bandoreke erênî li tevahiya herêmê bike.

(bb)