Îran: Em ê bi Omanê re têkildarî birêvebirina Hurmuzê danûstandinan bikin

Îranê ragihand ku ew ê ji bo diyarkirina çarçoveya birêvebirina xizmetên deryayî li Tengava Hurmuzê danûstandinan bi Seltenet Omanê re pêk bînin.

Îran: Em ê bi Omanê re têkildarî birêvebirina Hurmuzê danûstandinan bikin
27 hezîran, 2026   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Îranê îro daxuyand ku ji bo destnîşankirina çarçoveya birêvebirina xizmetên deryayî li Tengava Hurmuzê di pêşerojê de ew ê danûstandinan bi Seltenet Omanê re bikin.

Berdevka hikumeta Îranê Fatme Muhaceranî ji çapemeniyê re anî ziman ku Tehran bi biryar e ku di birêvebirina Tengava Hurmuzê de û danûstandina nêrînan bi welatên cîran re berdewam bike.

(fr)