Îran: Binesaziyên Amerîka yên li Hewlêrê hatine rûxandin

Berdevkê Artêşa Pasdarên Îranê ragihand ku bi êrişên drone û mûşekan piraniya binesaziya Amerîka yên li Hewlêrê ruxandine.

Îran: Binesaziyên Amerîka yên li Hewlêrê hatine rûxandin
26 tîrmeh, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Artêşa Pasdarên Îranê Mihemmed Ekremî Niya, derbarê êrişên wan ên ser binesaziyên Amerîkayê yên li sînorê Hewlêrê agahiyan ji medyayê re belav kir.

Mihemmed Ekremî Niya diyar kir ku bi êrişên drone û moşekî hema bêje hemû binesaziyên Amerîkayê yên li Hewlêrê ruxandine, her wiha van êrişan zirarên mezin gihandine hêza leşkerî ya Amerîkayê yên li herêmê.

Her wiha destnîşan kir ku wan li welatên Kendavê jî zirarên cidî gihandine baregeh û navendên Amerîkayê û beşekî mezin ji hêza leşkerî ya wî welatî li herêmê bêbandorkirine.

Mihemed Ekremî Niya diyar kir ku ger şer dirêj bike, hêzên wan amade ne ku operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê berdewam bikin.

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, serdana paytexta Îran Tehranê kir û di serdana xwe de ji Mesûd Pizîşkiyan re got ku çarenûsa Iraqê bi çarenûsa Îranê ve girêdayî ye, her wiha di vê serdanê de berpirsên Îranê ji Elî Zeydî re ragihandine ku êrişên ser Herêma Kurdistanê dê berdewam bin.