Li Hema, Dera û Helebê 3 kes hatin kuştin

Di 3 bûyerên cuda li parêzgehên Hema, Dera û Helebê duh Şemiyê 3 kes htin kuştin.

Li Hema, Dera û Helebê 3 kes hatin kuştin
26 tîrmeh, 2026   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Şemiyê, di 3 bûyerên cuda li deverên cuda yên Sûriyeyê, 3 kes, di nav wan de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hatin kuştin.

Li Parêzgeha Hema, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber birînên ku di 22ê Tîrmehê de li taxa El Beyad a bajarê Hama dema ku dewriyeyek rastî gulebaranê hat, wergirtibû, mir.

Di heman demê de, li gundewarê rojhilatê Derayê, di pevçûnek di navbera malbatên El Derawîşa û El Dîbyan de li bajarokê Umm Welad kesek hat kuştin.

Li bajarê Helebê, piştî nakokiyeke malbatî ku veguherî pevçûnê, kesek li taxa El Mercê hat kuştin.

(k)

ANHA