Çavkanî; Serçeteyekî DAIŞ`ê li gundewarê Idlibê hate kuştin

Li gorî çavkaniyên amerîkî û sûriyeyî, di operasyoneke ewlehiyê de duh serçeteyekî DAIŞ`ê li gundewarê Idlibê hatiye kuştin.

Çavkanî; Serçeteyekî DAIŞ`ê li gundewarê Idlibê hate kuştin
20 tebax, 2025   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutres`ê ragihand ku hêzên Amerîkayê vê sibê, tev li êrişeke leşkerî li dijî serçeteyekî DAIŞ`ê li bakurê Idlibê bûye. 

Li gorî rayedarekî amerîkî û çavkaniyekî ewlehiyê yê sûriyeyî, serçeteyekî DAIŞ`ê di mala wî ya li bajarokê Atma yê bakurê Idlibê de bûye hedefa hêzên amerîkî. Rayedarê amerîkî, serçete bi “armancekî muhtemel ê pir bi qîmet” wesifand. Çavkaniyekî din jî ragihand ku serçete iraqî ye û bi jineke fransî re zewicî ye. Dema hewl daye bireve hatiye kuştin lê çarenûsa hevjîna wî hîna ne diyar e.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, êriş saet di 2:00`an de ber destê sibê dest pê kiriye. Hîlokopter û dron li asîmanê herêmê geriyane. Her wiha hêzên amerîkî bi xwe êriş pêk aniye.

Hate ragihandin ku operasyona ewlehiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dset pê kiriye. Lê ne QSD ne jî hêzên Koalîsyonê ti daxuyanî der barê operasonê de, nedane.

Pentagon Tîrmehê ragihandibû ku li parêzgeha Helebê êrişek pêk aniye û di encamê de serçeteyekî payebilind ê DAIŞ`ê û her du zarokên wî yên DAIŞ`î hatine kuştin.

Idlib û gelek herêmên din ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, ev çend sal e ji serçeteyên DAIŞ`ê re bûye stargeh. Hêzên amerîkî sala 2019`an serçeteyê berê yê DAIŞ`ê Ebû Bekir El Bexdadî li gudnê Barîşa kuşt û dûra sala 2022`yan li bajarokê Atmayê serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî kuşt.

(şx)